• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Amsterdamê Talebanî û wezîrê derve yê Holendayê civiyan

Li Amsterdamê Talebanî û wezîrê derve yê Holendayê civiyan
Di çarçoveya seredana xwe ya bo Holendayê de, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re, roja 15.06.2017ê li bajarê Amsterdamê, digel Bert Kuynders wezîrê derve yê Holendayê civiya.

Cîgirê serokwezîr behsa rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê kir û got ku, ji bona ku aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê bi danûstandin pirsgirêkan çareser bikin lêxebitînek baş heye û eger îrade ji aliyê hemû aliyan ve hebe ji bo hemû pirsgirêkan çareserî peyda dibe.

Talebanî got ku rêxistina terorîstiya DAÎŞê be bi jinavçûnê diçe, lê hizir û fikra şidetê dimîne û vê yekê jî şerê fikrî û siyasî lazime û ev jî bi hevkariya hemû aliyan dibe.


Wezîrê derve yê Holendayê mereq kir bizane çaksaziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê di çi qonax de ne, cîgirê serokwezîrê Kurdistanê jê re behsa qonaxên çaksaziyê kir û got ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemû waran de dest bi çaksaziyê kiriye, heta niha gavên baş hatine avêtin û bingehek baş hatiye avakirin, qonaxên zehmet derbas kirine û di demke nêzîk de berhema wan çaksaziyan diyar dibe. Daxaz ji gel û hikûmeta Holendayê kir hevkarî û hevahengiyê bi gelê kurd re bikin.

Wezîrê derve yê Holendayê tekîd kir ku, welatê wî gelê Kurdistanê bo dostê xwe dizane û dixwaze li wê herêmê aşitî bi cî bibe û li ser hevkar û hevahengiya bi herêma Kurdistanê re berdewam dibe.
Top