• Saturday, 21 February 2026
logo

Komîsyona Hilbijartin û Referandoman: Li ser formên dengdanê zimanên turkmanî, erebî û aşûrî jî tên nivîsandin

Komîsyona Hilbijartin û Referandoman: Li ser formên dengdanê zimanên turkmanî, erebî û aşûrî jî tên nivîsandin
Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyan ya Herêma Kurdistanê ragihand, zêdetirî 2.5 milyon kes li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dikarin roja referandoma serxwebûna Kurdistanê deng bidin.

Piştî ku Serok Barzanî bi fermî ferman da Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyan, komîsyonê dest bi amadekariyên referandomê kiriye.

Berdevkê komîsyonê Îsmaîl Heme Elî li ser amadekariyên komîsyonê ji televîzyona K24 re gotiye, li ser formên dengdanê ji bilî zimanê kurdî, zimanên turkmanî, aşûrî û erebî jî tê nivîsandin da ku welatiyên ne kurd yên Kurdistanê bikarin bi hêsanî deng bidin.

Îsmaîl Heme Elî da zanîn ku zêdetirî 2.5 milyon kes li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dikarin deng bidin.

Referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê roja 25 Îlona îsal tê encamdan.

Basnews
Top