• Saturday, 21 February 2026
logo

ŞINGAL – Heşda Şeibî rê nade nîştecîh vegerin malên xwe

ŞINGAL – Heşda Şeibî rê nade nîştecîh vegerin malên xwe
Hêzên Heşda Şeibî li herêmên Şingalê yên ji aliyê wan ve hatine kontrolkirin, rê nadin xelk û herwiha berpirsên îdarî vegerin ser mal û karê xwe.

Rêveberê Nivîsîngeha Rûdawê yê Duhokê Nasir Elî ragihand: “Piştî ku Heşda Şeibî nahyeya Gir Izêr û komalgehên Til Benat, Tit Qesab û gundê Koço kontrol kir, rê nadin nîştecihên van deveran û herwiha berpirsên îdarî yên li van deran hatine erkdarkirin jî herin wir.”

Nasir Elî da zanîn, ku hejmara şêniyên van deveran nêzîkî 15 hezar kes dibe.

Elî diyar kir, ku beriya du rojan Qaymiqamê navçeya Beacê serdana vê herêmê kiribû û ligel berpirsên Heşda Şeibî civiyabû û daxwaz kiribû, ku li Beacê avahiya qaymiqamiyê were vekirin û fermangehên hikûmî jî dest bi kar bikin. Lê berpirsên Heşda Şeibî ev daxwaz qebûl nekirine û gotine, ku hê jî karê wan li herêmê temam nebûye.

Rêveberê Nivîsîngeha Rûdawê li Duhokê got, ku derbarê vê mijarê de Rêveberiya Xwecihî ya Mûsilê hatiye agahdarkirin û wan jî agahdarî daye Bexdayê.

Nasir Elî diyar kir, ku berovajiyê Heşda Şeibî, li hermên ji aliyê pêşmerge ve hatine kontrolkirin, ji sedî 70 yê fermangehên hikûmî hatine vekirin û dest bi kar kirine.

Rudaw
Top