Xurmatû…Hûrgiliyên şerê şeva borî yên Pêşmerge û DAIŞê aşkera bûn
Berpirsê navçeya PDKê Ehmed Şêx Lengerî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî demjimêr 11:00ê DAIŞê ji sê aliyan ve û li eniya Zerge, Hilêwe û Ebûd ve êrîş kir ser hêzên Pêşmerge û ji aliyê hêzên Pêşmerge ve êrîş hate têkbirin û ziyaneke mezin geheşte DAIŞê û hejmarek zêde ji wan kes hatin kuştin.’’
Herwaha got: ‘’Piştî du demjimêran ango demjimêr 01:00ê şevê şer bi dawîbû.’’
Derbarê armanca êrîşên DAIŞê yên li Xurmatû jî heman berpirsê navborî ragehand: ‘’Ji ber şikesta DAIŞê ya li Mûsilê ew çekdarên ku ji wê deverê revîne hatine navçeyên Xurmatû û dixwazin vê derê bikarbînin û derbasbin bo navçeyên parêzgehên Diyala û Zincibre û çiyayê Hemrîn.’’
Basnews
