Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo malbata Hesîb Qeredaxî
Ji bo Kak Aza Hesîb Qeredaxî
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya dayika we ya birêz (Xatûn Ayşe) ya malbata şa'îrê navdar Hesîb Qeredaxî gihîşt me.
Bi vê helkefta xemgîn ve pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya Kurdperwer û kesukarê xwedê jêrazî dikîn û xwe hevbeşê xema dizanîn.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
13.06.2017
