• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Çewlîkê teqîn!

Li Çewlîkê teqîn!
Li Bakurê Kurdistanê navçeya Dara Hênê ya Çewlîkê, dema ku wesayîteke leşkerî derbas dibû, li ser rê bombeyeke vedayî teqiya. Di encama teqînê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin, ku li ser rêya gundekî Dara Hênê, dema ku wesayîteke leşkerî derbas dibû teqînek qewimî.

Ji ber teqîna bombeya ku li ser rê hatiye vedan, çawişekî pispor jiyana xwe ji dest da.

Herwiha li heman deverê, duh di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer û pevçûn derketibû û efserekî bi navê Ufuk Demirkan jiyana xwe ji dest dabû.

Leşkerên Tirkiyê li derdora cihê bûyerê dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Rudaw
Top