Dijbereya Sûriyê êrîşî gundên Efrînê kirin
Siyasetmedarê xelkê Efrînê Mihemed Arif Ebdî ji Rûdawê re ragihand ku sibeha îro, çekdarên dijbereya Sûriyê, ku ser bi Cebhet Nusre ve ne, ji Kelha Semanê û Daret Izê, êrîşê gundên Celemê, Xezêwiyê û Îska kirin.
Mihemed Arif Ebdî diyar kir ku, hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bersiva êrîşê dan û di encamê de şer û pevçûnên dijwar derketin.
Ebdî da zanîn ku hêzên YPGê girekî nêzîk Kela Semanê kontrol kirin û ji wir Daret Izê topbaran kirin.
Bi gotina Ebdî, çekdarên Cebhet Nusre, şer bi aliyê bajarokê Cindirêsê ve birin.
Ebdî herwiha diyar kir ku çekdarên dijbereya Sûriyê ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, ji devera Marihê ve êrîşî çend gundên devera Şehbayê li bakurê Helebê kirin û bajarokê Til Rifetê bi hawinan topbaran kirin.
Mihemed Arif Ebdî got jî, ev êrîşên hevdem ji aliyê Nusre û Mertala Ferat ve, nîşana wê yekê ye ku destê Tirkiyê li pişt e, çimkî, bi gotina wî, Tirkiyê ji serketinên HSDê li Reqayê aciz e.
Rudaw
