Şanda Kurdistanê li ser vexwendina YE diçe Brûkselê
Biryare roja Duşemê 12-06-2017, li ser vexwendina fermî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) û Wezareta Derve ya Holandayê, şandeke bilind a hikûmeta Kurdistanê, di bin serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî de here paytexta Belçîka Brûkselê.
Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Dîlawer Ajgeyî ragihand, di dema vê serdanê de dê şanda hikûmetê ya di bin serokatiya Qubad Talebanî de ligel berpirsên bilind ên YEyê, Cîgirê Serokwezîrê Belçîkayê û Wezîrê Berevanî ya Belçîkayê bicive.
