Serokê herêma Kurdistanê gelê kurd piştrast dike!
Di girte videoyeke li gel K24ê de belav bû, serokê herêma Kurdistanê radigehîne ku baweriya wî bi temamî heye ku gelê Kurdistanê li hember hemû krîz û pirsgirêkan dê serbikeve.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştastiya xwe nîşan da, ku proseya referandom û serxwebûna Kurdistanê dê serbikeve û radigehîne: ‘’Eger ez bi temamî piştrast nebim ji babeta serxwebûnê, ku tiştek gelek cidî ye û berhemên xwe dê hebe, ez çawa dê rîskeke waha bidim berçav û çarenivîsa gelê kurd bixim metirsiyê?’’
Di civîna roja 07.06.2017ê de serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel nûner û rêveberên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê civiya û biryar dan roja 25.09.2017ê referandoma serxwebûna Kurdistanê li herêma Kurdistanê, Kerkûk û navçeyên Kurdistanê yên dervey rêveberiya herêma Kurdistanê bê pêkanîn.
basnews
