Altan Tan: Divê Mûsil û Kerkûk jî di nav dewleta Kurdistanê de hebin
Altan Tan derbarê referandûma Serxwebûna Kurdistanê de bo Peyamakurd axivî û got, daxwaza dewletê mafê bingehîn ê Kurdan e, divê Kurdên Başûrê Kurdistanê li Iraqê bi rêbazên aştiyane deweleteke serbixwe ava bikin û Tirkiye jî piştevaniya vê bike.
Tan da zanîn, ji xwe ev 27 sal in li Başûrê Kurdistanê Kurd xwedî xweserî ne û divê Tirkiye û Îran û Bexda li dijî damezrandina dewleta Kurdî dernekevin. Da xuyakirin, di Kurdistana serbixwe de divê Kurd û Tirkmen û Ereb di nav aramiyê de bijîn.
Tan da xuyakirin, Tirkiye ditirse ku, serxwebûna Başûrê Kurdistanê karîgerî li Sûriyê û Kurdên Bakur bike ku ew jî daxwaza dewleta serbixwe bikin. Tan got, taybetmendiyên çar parçeyên Kurdistanê jihev cuda ne ku nîvê Kurdên Bakur li aliyê rojavayê Tirkiyê dijîn.
K24
