Şandeke bilind a kurd diçe Belçîka û Holandayê
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Dîlawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihand, di dema vê serdanê de dê şanda hikûmetê ya di bin serokatiya Qubad Talebanî de ligel berpirsên bilind ên YEyê, Cîgirê Serokwezîrê Belçîkayê û Wezîrê Berevanî ya Belçîkayê bicive.
Di rawestgaha duyemîn de jî dê şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Holandayê bike û ligel Wezîrê Derve, Wezîrê Bazirganiya Navdewletî û Pêşkeftinê ya Holandayê bicive, paşî serdana Parlamentoya Holandayê û Dadgeha Tawanên Navdewletî bike.
Hêjayê gotinê ye, ku beriya niha wezîrên derve yên Belçîka, Holanda û Lûksenbûrgê serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.
Rudaw
