Tirkiyê çend xortên Kurd radestî çekdarên dijbereya Sûriyê kirin
Jineke Kurd ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê dibêjem ku hevjînê wê li gel 30 xortên din li bajarê Ezazê, ji aliyê çekdarên Dijbereya Sûriyê ve hatine girtin.
Nêçîrvan Sînan yek ji wan kesan e, ku weke piraniya xelkên Rojavayê Kurdistanê ketibû rêya çûna Ewropayê, bi hêviya jiyaneke aram ku zaroka wî ya yek salî tê de bijî.
Nêçîrvan yek ji wan 500 kesan e ku dema ji Başûrê Kurdiatnê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, hêzên Tirkiyê bi girtina wan û zîndanîkirina wan pêşwazî li wan kiribû.
Hevjîna Nêçîrvan behsa wê yekê dike, ku dewleta Tirkiyê ew radestî Dijbereya Sûrî kirine.
Hevjîna Nêçîrvan, Recaa Îssa di vê bareyê de dibêje: "Em ji Kurdistanê derbasî Tirkiyê bûn. Hejmara me derdora 500 kesî bû. Piraniya me, ji Rojava bûn. 13 rojan Tirkiyê em zîndanî kirin. Piştre em radestî çekdarên Elcebhe Elşamiye li Dergehê Bab Elhewa kirin. Piştre em gihan Efrînê, em radestî Apoçiyan kirin. Em jin, me rê dît û em vegeriyan malên xwe, lê zilam rê tune bû, ev sê roj in, ew li Ezazê hatine girtin û di destê Cebhet El-Nuesre de ne. Derdora 30 xortên Rojavayê Kurdistanê ne."
Şêrîn Xelef jî hevjîna girtiyekî din e û dibêje: "Zilamê min çû Kurdistanê, da ku pîreka birayê xwe derbasî Tirkiyê bike ku bigihêje Ewropayê. Tirkiyê ew girtin û 15 rojan ew zîndanî kirin. Niha ew jî bi van xortan re radestî Artêşa Azad kirine û gihane Efrînê. Wan dane rê ku vegerin malê, li wê derê hatin girtin, li cem Artêşa Aazad, ji ber ku rê qutkirî ne, ew neçar bûn di rêya Kurdistanê re derbas bibe."
Dayika girtiyekî jî, dixwaze ku alîkariya zarokên wan were kirin, ji bo ku serbest bêne berdan.
Dayika Nêçîrvan Sara Şêxmûs jî dibêje:
"Ev mehek e zarokên me bi çola Ketine. Wan ew ji Tirkiyê vegrandin. Ew hatin Ezazê û li wir hatin girtin û dibêjin li cem Artêşa Azad in. Hêviyam me û daxwaza me ji Mesûdê Barzanî û Encumena Kurdî heye, ez jî weke dayikek Kurdan, kurê min e û kurê birê min e, hatine girtin, hêviya me ji Xwedê û ji wan heye ku bi gazî û hewara me ve werin û zarokên me ji vê tengasiyê derxînin"
Rojane bi dehan xelkên Rojavayê Kurdistanê hewl didin bi rêyên sînorî yên navbera her du aliyên Kurdistanê derbasî nav axa Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bibin, da ku xwe bigihînin Tirkiyê û ji wê derê jî ber bi welatên Ewropayê ve herin.
Rudaw
