Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Şêx Îsmaîl Mela Ezîz kir
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Pêşmerge û xebatkarê dêrîn û kesayetiyê siyasî û olî û civakî yê navdarê Kurdistanê, Şêx Îsmaîl Mela Ezîz Hîran gihîşt me. Bi vê helkefta xemgîn de pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata we ya têkoşer û hemû xizm û kesukarê we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Kak Şêx Îsmaîl bixe ber dilovaniya xwe û aramî û sebirê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
11.06.2017
