Eyad ‘Elawî ji bo pirsa referandomê dê seredana herêma Kurdistanê bike
Eyda ‘Elawî, cêgirê serokkomarê Îraqê di gel ‘Emar Hekîm, serokê hevpeymanîya niştîmanî li dor referandomê kom bû û ragehand; Demekê dirêje hoşdarî dayne hikumeta Bexda ku nabe webiken Kurd hizra cudabûnê ji Îraqê biken.
Hekîm û ‘Elawî di vê qonaxê yekparçeya axa Îraqê bi pêdivî dizanin, daxwaz jî kir hemû giriftan di gel Hewlêrê bi gotubêjan çare biken.
‘Elawî eşkera kir; Niha demê referandomê nîne û renge li demekê din ba baştir bû ta rewş aram dib û ta niha jî çaverê helwîstê hikumet û perlemantoyê Îraqê ye lê hêş tu daxuyanî nedayne.
Cêgirê serokkomarê Îraqê eşkera jî kir; Şandek bi serokatîya wî dê seredana herêmê bike û di gel serokê herêmê kom be ji bo wê yekê bizanin referandom çiye û piştî referandomê dê çi rûbide.
Waar.tv
