Konsolê Amerîkayê: Amade ne zêdetir alîkariyê bidin pêşmerge
Roja Şemiyê 10-06-2017 Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Ken Gros li Eniya Mexmûrê serdana Hêzên Pêşmerge kir û li gel Berpirsê Eniya Guwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî hevdîtinek pêk anî.
Piştî serdanê Ken Gros ji Rûdawê re got: “Di vê serdanê de derfeta me çêbû derbarê rewşa şerê DAIŞê û eniyan de biaxivin. Herwiha destxweşî li pêşmergeyên qehreman dikim, ku di vî şerî de gellek qurbanî dan.”
Sala derbasbûyî Amerîkayê biryar da bi bihayê milyarek dolar hevkariya lojîstîkî pêşkeşî Hêzên Pêşmerge bike.
Derbarê vê yekê de Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê got: “Sala derbasbûyî me plan danî ku alîkariyê pêşkeşî Hêzên Pêşmerge bikin. Em amade ne piştî nemana DAIŞê careke din li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê biaxivin. Herwiha amadene zêdetir alîkariyê bidin pêşmerge. Herwiha bi hevre kar bikin da ku rê nedin grûbên biçûk ên weke DAIŞê derbikevin.”
Rudaw
