Rê nayê dayîn, Heşda Şeibî biçe nava Şingalê
Fermandarê Fermandeya Parastina Şingalê Qasim Şeşo ji K24ê re got: “Hêvîdar in pêşeroja Şingalê wek berê nebe cihê şer û milmilaneya aliyan. Niha metisî li ser Şingalê heye, ji ber ku niha PKK, Heşda Şeibî û Pêşmerge li Şingalê ne, lê yê ku Şingal rizgar kiriye û şerhîd û qurbanî dane Pêşmerge bûn.”
Çalakvanekî Şingalî jî dibêje: “Bangewaziya min ji wan hêzan re heye ku destê xwe ji Şingalê bikişînin, bila xelkê Şingalê bi xwe biryara xwe bidin.”
K24
