• Saturday, 21 February 2026
logo

Siyasetmedara Îsraîlî piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike!

Siyasetmedara Îsraîlî piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike!
Siyasetmedara Îsraîlî piştevaniya xwe ya ji bo serxwebûna Kurdistanê ragehand û daxwaz ji welatê xwe dike ku pêkanîna referandomê binase.

Rêvebera partiya yekitiya sionîst û parlamentera berê ya Îsraîlê Ksenia Svetlova ji rojnameya Orşelîm re axift û ragehand: ‘’Pêwîste hikûmeta Îsraîlê di gav avêtinên serxwebûnê de piştevaniya herêma Kurdistanê bike.’’

Ksenia Svetlova daxwaz ji hikûmeta welatê xwe kir, ku bi pêkanîna referandoma serxwebûna Kurdistanê ya roja 25ê Îlonê pêkbê nas bike.

Ew siyasetmedara Îsraîlî berdewam piştevaniya pirsa kurd û serxwebûna Kurdistanê dike û daxwaza ava kirina peyvendiyên Tel Avîv û Hewlêrê dike.

basnews
Top