Frensa dê piştevanîyê li referandoma herême Kurdistanê bike
Frêdrîk Tîson, qunsulê berê yê Frensa li Hewlêrê, di Twittekî de ragehand; Frensa piştevanyê li mafê gelê Kurd ji bo serixwebûna herêma Kurdistanê dike.
Tîson di Twitter xwe de nivîsîye; Mafê gelê Kurde boçûna xwe ji bo referandomê diyar bike, Frensa jî piştevanyê li wî mafî dike.
Mes’ûd Barzanî, serokê herêma Kurdistanê, roja çarşema borî di kombûna di gel alîyên siyasyên herêmê de, roja 25 Îlona îsal, weku jivanê referandoma serixwebûna herêma Kurdistanê ragehand bû, wê biryarê jî karvedanên cuda li seranserî cîhanê li dûv xwe anîye.
Waar.tv
