• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokê encumena Xaneqînê: Ereb û turkmenên Xaneqînê ji kurdan zêdetir bi referandomê şa bûne

Serokê encumena Xaneqînê: Ereb û turkmenên Xaneqînê ji kurdan zêdetir bi referandomê şa bûne
Serokê encumena bajarê Şingalê dibêje, xelkê Xaneqînê bi salan li benda referandom û serxwebûna Başûrê Kurdistanê ne ji ber wê jî dê di roja referandomê de dengê “erê” bidin serxwebûna Kurdistanê.

Serokê encumena Xaneqînê Semîr Mihemed Nûr li ser referandomê ji BasNewsê re got, bi salan e em li benda referandom û serxwebûnê ne. Me ji sala 2006 ve heta niha gelek çalakî û festîval bo piştevanîkirina serxwebûna Kurdistanê encam daye.

Semîr Mihemed Nûr da zanîn ku xelkê Xaneqînê sala 2005 bi rêjya %99 deng bo vegera Xaneqînê bo ser Herêma Kurdistanê, lê madeya 140 ya Destûr Iraqê ev qonax da sekinandin.

Serokê encumena Xaneqînê anî ziman ku endamên ereb û turkmen yên encumena Xaneqînê ji kurdan zêdetir alîgiriya referandomê dikin û got, ji ber ku di bin siya hikûmeta kurdî de asûde bûne û naxwazin cardin bikevin bin destê Bexdayê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî roja referandomê diyar kir, ferman da ku referandom li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê jî were encamdan. Xaneqîn jî yek ji bajarên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ye û di resmiyetê de girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê ye.

basnews
Top