Ofîsa Serokwezîrê Iraqê: Barzanî bi Ebadî re axivî
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Iraqê, îro danê sibê 10-06-2017, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di peywendiyeke telefonî de behsa pêşketinên siyasî, ewlekarî û aborî kirine.
Li gorî daxuyaniyê herdu aliyan behsa pêşveçûnên artêş û hêzên ewlekariya Iraqê ya şerê Mûsilê, hemahengiya ligel Hêzên Pêşmerge, kontrolkirina herêmên di bin destê DAIŞê de, kirine.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Herdu serokan tekez kirine, ku divê di navbera aliyan de yekrêzî hebe û ji hemû karên ku zirarê digihînin serkeftinên hêzên iraqî, dûr bisekinin. Ji ber ku bi yekrêzî serkeftin misoger dibe û navçeyên hatine rizgarkirin aram dibin. Ji bo vê yekê jî divê zêdetir hewl bên dayîn.”
rudaw
