Herêma Katalonya ya Spanya jî roja referandoma xwe destnîşan kir
Serokê Herêma Katalonya ya Spanyayê duh rayedarên hikûmeta Katalonya kom kir û roja referandoma serxwebûna Katalonya eşkere kir.
Serokê Katalonya da zanîn ku dê roja 1 Mijdara îsal referandomê pêk bînin û got, emê wê rojê ji gelê Katalonya bipirsin ka gelo dixwazin bibin xwedanê dewleteka serbixwe yan na.
Ev cara duyemîn e li Katalonya referandomê tê kirin. Cara yekemîn 9 Mijdara 2014 bû ku tenê %37.2 ji xelkê Katalonya beşdar bibûn, %80 ji kesên ku beşdar bibûn, dengê “erê” dabûn lê hikûmeta Spanya bi rêya dadgehê ew referandomê dabû betalkirin.
Tê pêşbînîkirin ku Spanya cardin li dijî referandom û serxwebûna Herêma Katalonya derkeve.
Roja referandoma Katalonya 5 rojan piştî referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê tê encamdan. Roja referandoma Herêma Kurdistanê 25 Îlona îsal e.
Paytexta Herêma Katalonya, bajarê Barcelona ye û nifûsa wî welatî jî 7 milyon kes e.
Basnews
