Barzanî bi ENKSê re civiya
Şanda ENKS, ji serokê wê Îbrahîm Biro, Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) û sekirdeyekî din ê heman partiyê pêk hatibû.
Di hevdîtinê de Barzanî piştgiriya xwe ji xebata ENKSê û serkirdeyên wê yên di zindanên Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de anî ziman.
Şanda ENKS jî ji aliyê xwe ve di derbarê rêkevtina aliyên siyasî û ji bo destnîşankirina roja referanduma başûrê Kurdistanê, pîrozbahiya xwe pêşkêşî Barzanî kir.
Her du alî li ser rewşa siyasî li herêmê, li Sûriyê û rola Encumena Niştimanî ya Kurdî di nûnertiya pirsa Kurd li Sûriyê de rawestiyan û tekezî li ser redkirina kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û êrişa li ser tevgera kurdî û girtina siyasetmedaran kirin.
Rudaw
