• Saturday, 21 February 2026
logo

Li liceyê 2 PKK’yiyan canê xwe ji dest dan

Li liceyê 2 PKK’yiyan canê xwe ji dest dan
Li navçeya Liceyê ya Diyarbekirê, qedexeya li ser 18 gundan û operasyonên navbera Artêşa Tirk û PKK’yiyan dewam dikin. Di operasyonên Liceyê yên li Gundê Zengesorê de 2 PKK’yiyan canê xwe ji dest da û PKK’yiyek bi saxî hat girtin. Li gorî daxuyaniya Parêzgeriya Diyarbekirê, operasyon li 104 gund û mezrikên 6 navçeyên Diyarbekirê dewam dikin.

Parêzgeriya Diyarbekirê, encamên operasyonên li ser 6 navçeyên Diyarbekirê ku li 104 gundewaran tên meşandin, ji bo raya giştî ragihand. Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê, duh (07.06.2017) di operasyonên Liceyê de 2 kes bi gûmana ku PKK’yî ne hatine girtin û di operasyonên giştî yên herêmê de gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyên leşkerî; li ser giliyê ku hatiye kirin êrîşa çekdarî li hember 5 PKK’yiyan hatiye kirin û di encamê de 2 PKK’yiyan canê xwe ji dest daye, 1 bi saxî hatiye girtin û 2 PKK’yî ji cihê bûyerê bi dûr ketine. Operasyonên li herêma Diyarbekirê dewam dikin.

K24
Top