• Saturday, 21 February 2026
logo

Encumena Rûhanî ya Êzîdiyan: Êzîdî hemû piştevaniya referandomê dikin

Encumena Rûhanî ya Êzîdiyan: Êzîdî hemû piştevaniya referandomê dikin
Şêwirmendekî Encumena Rûhanî ya Êzîdiyan dibêje, divê tevahiya êzîdiyan dengê “erê” bidin referandomê ji ber ku serxwebûna Kurdistanê dê bibe dermanê hemû derd û nexweşiyên êzîdiyan.

Şêwirmendê Encumena Rûhanî ya Êzîdiyan Kerîm Silêman ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, biryara encamdana referandomê biryar û destkefteka dîrokî ye û em jî wek kurdên êzîdî piştevanî lê dikin.

Kerîm Silêman her wiha gotiye, êzîdî bi hemû awayî piştevaniya referandomê dikin ji ber ku referandom dê bi xwe re serxwebûnê bîne û serxwebûn jî dê bibe derman derd û nexweşiyên êzîdiyan.

Wî mezinê êzîdiyan bang li hemû êzîdiyan kir di roja referandomê de dengê “erê” bidin û got, ji bo ku êzîdî cardin rastî karestan neyên û warê êzîdiyan di nav aramiyê de bin û êzîdî neçar nemînin bi dijminan re bêjin, divê êzîdî hemû dengê “erê” bidin. Em dixwazin bibin beşek ji Herêma Kurdistanê.

Basnews
Top