Amerîka: Serixwebûna herêma Kurdistanê pirseka navixweya Îraqê ye
Hîzert Nwêrt, peyivdara wezareta derveya Amerîkayê got: Pirsa serixwebûnê pêdivîye jibo piştî şerê DAIŞê bê helgirtin û Hewlêr û Bexda danustandinê li ser biken ji berku niha pêdivîye karê destipêkî yê herdu alîyan berhengarbûna DAIŞê be.
Da zanîn jî: Waşinton di xewnên rewayên gelê Kurd di gehe û rêzê lê digre, lê Amerîka digel yekparçeya axa Îraqê ye û pêdivîye Hewlêr û Bexda bi rêya diyalogê hemû kêşeyên xwe çarebken.
War.tv
