Barzanî li ser referandumê peyam da: Pir keyfxweş im
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro Çarşembî 7ê Hezîrana 2017ê piştî diyarbûna roja referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, ku piştî civîna wî yabi aliyên siyasî re hat aşkereirin, peyamek belav kir.
Di vê peyamê de ku li ser hesabên fermî yê wî di torên civakî yên Twitter û Facebookê de hatiye weşandin, Barzanî bi her sê zimanên Kurdî, Îngilîzî û Erebî kêfxweşiya xwe bi diyarkirina roja referandumê tîne ziman û dibêje:
“Keyfxweş im bi wê yekê ku radigihînim, dema encamdana referanduma li ser serxwebûnê hate diyarkirin, roja 25ê Îlona 2017ê ye.”
Îro Çarşembî 7ê Hezîrana 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re ji bo gotûbêjkirina mijara referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî bajarê Hewlêrê civiya.
Civîna Barzanî û aliyên siyasî berî demekê bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî bi dawî hat. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku roja 25ê Îlona 2017ê weke roja sazkirina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat diyarkirin.
Di civîna îro ya li gel Barzanî de, ji bilî Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê, hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê amade bûn.
Herwiha di civîna îro de, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serok û Cîgirê Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandumê ya Kurdistanê jî amade bûn.
rudaw
