Mesrûr Barzanî û Cîgirê wezîrê derve yê Hindistanê civiyan
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê wezîrê derve yê Hindistanê Amar Sinha û şandeke pê re kir û anî ziman ku ji bo ji nav birina terorîstan û nehêştina hizra radîkalîzimê lazime civata navnetewî piştgîriya hêzên navxweyî bike.
Di civînê de ku balyozê Hindistanê yê li Îraq û Konsulusê vê welatî yê li Kurdistanê jî tê de amade bûn bahsa pêşhatên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn hate kirin û derbarê têkiliyên du alî yên di navbera Hindistan û Kurdistanê de jî giftûgo hate kirin û tekez li ser berfiretir kirina têkiliyên siyasî û abûrî di navbera her du aliyan de hate kirin.
Di berdewamiya civîna han de behsa şerê cîhanî ya li dijî terorîstan û gefên hevbeş yên ewlekarî hate kirin û di vê derbarê de Amar Sinha jiber serkeftinên dijî terorîstên DIŞIê pîrozbayî pêşkêşî Kurdistan û hêzên pêşmerge kir û ragehand ku di rastî de Kurd hêza yekane bûn ku li ser erdê netenê pêşî ji pêşrewiya terorîstan girt belku terorîst jî rastî şikest û paşve kêşanê kir.
Nav hatî herwiha diyar kir ku bilind kirina asta nuneratiya welatê xwe ya li Kurdistanê, nîşaneya girîngî dana Hindistanê bi pêgeha Kurdistanê û herwiha hîmayeke bo diyar kirina xwesteka Hindistanê bo berfiretir kirina têkiliyên xwe li gel Kurdistanê de.
Di beşeke din ya civîna han de behsa rewşa Îraqa piştî DIŞIê û sedemên derketina hizra radîkalîz û lazim bûna organîze kirina tevgereke pir alî bo çareser kirina tevahiya kêşe û sedemên kêşeyan hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime bo jinav birina hertimî ya radîkalîzimê lazime civaka cîhanî piştgîriya hêzên navxweyî bike.
