Hindistan hevkariya Kurdistanê dike
Cîgirê wezîrê derve yê Hidistanê ku ev yekem care serdana Kurdistanê dike, sipasiya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, miamileyeke baş digel kasibkar û karkerên hindî ku ev çend sale di warên cuda de li Herêma Kurdistanê kar dikin, kir.
Şandeya mêvan qaremanî û mêrxasiya xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna terorîstan de, pêşwazî û hewandina hijmareke gelek zêde ji koçber û penaberên ji hemû ol û neteweyan bilind nirxand û berheviya welatê xwe nîşan da ku hevkarî û hevahengiyê bi hikûmeta Kurdistanê re bike, sektora taybet ya Hidistanê teşwîq bike li herêma Kurdistanê di warên cuda de sermayerazandinê bike û meşiq û rahînanê bi kadiro û karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.
Nêçîrvan Barzanî berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê ku hevkarî û hevahengiyê bi hikûmeta Hidistanê re, bi taybetî di warê vekirina kursên meşiq û rahînanê ji bo karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê û mifa wergirtin ji şarezayî û pisporiya welatê Hidistanê.
Serokwezîr ji şandeya Hidistanê re behsa cenga dijî DAÎŞê, serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê di cenga dijî terorê de bidest xistine, pirosesa siyasî li deverê û pirsgirêkên rastî deverê hatine kir.
