NY li ser referanduma Kurdistanê daxuyanî da
Netewên Yekbûyî derbarê mijara referanduma serxwe bûnê ya li Başûrê Kurdistanê de ragihand, eger daxwaz ji NY were kirin ku di proseya referandumê de rol bibîne, ew dê vê mijarê binirxînin.
Cîgirê Berdevkê Netewên Yekbûyî, Ferhan Heq di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ti rola wan di referanduma Herêma Kurdistanê de nîne û daxwaz ji wan nehatiye kirin.
Ferhan Heq herwiha got: “Eger bi fermî daxwaz li me were kirin, em dê wê daxwazê binirxînin.”
Îro Çarşembî 7ê Hezîrana 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîrmamê bi nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiya.
Li gorî daxuyaniya ku piştî civînê hat weşandin, di civîna îro de biryar li ser lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê hatiye dan û roja 25ê Îlona 2017ê weke roja birêveçûna referandumê hatiye diyarkirin.
Pêştir di serdana wî ya bo Herêma Kurdistanê de, Barzanî, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres ji helwest û daxwaza Herêma Kurdistanê ya bo sazkirina referandumê agahdar kiribû.
Alîkar û Şêwirmendê Pilebilindê Barzanî, Hêmin Hewramî jî hingê dabû xuyakirin: “Serokê Herêma Kurdistanê ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî re got; bila hûn ji me bibihîsin, ku di nêzîktirîn dem de em dê referandumê li dar bixin û em hez dikin, ku we jî têgihîştinek bo vê xwasteka me hebe.”
Antonio Guterres roja 30ê Adara 2017ê serdana Herêma Kurdistanê kiribû. Ew yekemîn car bû, ku Sekreterê NY serdana Kurdistanê bike.
Rudaw
