Çavdêrek siyasî: Biryara pêkanîna referandoma Kurdistanê li Ewropa deng veda!
Dr. Kawa Şawlî ji BasNewsê re got: ‘’Roja 25.09.2017ê wek yekem roja referandomê hatiye diyar kirin, civîna hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê bo diyar kirina vê rojê dengdaneke baş li welatên Ewropa pêkanî, bi taybet li asta çapemenî û dezgayên fermî de, beşek li şeqamên Ewropa jî bo vê pirsê ketin tevgerê, piştî şerê dijî DAIŞê ev yekem pirseke ku cîhan bi giringiyeke mezin ve nirx didê, gelek welatan piştevaniya xwe bo Kurdistanê diyar kirine û behsa vê yekê kirine ku ew piştevanê daxwazên gelê Kurdistanê ne, ji ber vê jî divê Kurdistanî keyfxweşbin, bi destê xwe çarenivîsa xwe diyar dikin.’’
Herwaha got, dibe di paşerojê de helwêstê fermî yê hin welatan aşkera bibe.
Basnews
