• Saturday, 21 February 2026
logo

Hevkariya pêşmerge û arteşa Îtaliyayê di civîna serokwezîr û sopasalarê Îtaliyayê de

Hevkariya pêşmerge û arteşa Îtaliyayê di civîna serokwezîr û sopasalarê Îtaliyayê de
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 07.06.2017 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li general Klawdiyo Graziyano sopasalarê arteşa Îtalyayê û şandeya pê re kir û di civînekê de, sopasalarê arteşa Îtaliyayê li hember ew hevkarî û hevahengiya navebra hêzên Îtaliyayê û pêşmergeyê Kurdistanê, bi taybetî li bendava Mûsilê ku, tîmeke arteşa Îtaliyayê ji bona parastina bendavê û kompaniyeke wî welatî jî karê nûjenkirina bendavê dike, heye kofxweşiya diyar kir.

Graziyano behsa wan alîkariyên pêşkeşî pêşmergeyê Kurdistanê kirine kir û tekîd kir ku Îtaliya dê li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam be.

Nêçîrvan Barzanî kar û xebatên Îtaliyayê li Bendavê Mûsilê, bi taybetî nûjenkirina bendavê û nehêlana metirsiya herifîna wê bendavê, bilind nirxandin û got ku ew hevkarî û hevahengiya navbera pêşmerge û sopayê Îtaliyayê li bendava Mûsilê heye, ciyê kêfxweşîyê ye.


Ji bona hevkarî û alîkariyên berdewam yên Îtaliyayê ji bo herêma Kurdistanê û çareserkirina birîndarên şerê dijî terorîstên DAÎŞê li wî welatî, serokwezîr sipasiya Îtaliyayê kir û têkeliyên di navbera her du aliyan de jî bilind nirxandin.

Di civînê de mijarên weke; rewşa herêmî bi giştî, pirosesa azadkirina Mûsilê ji bin destê terorîstan, têkeliyên bi Bexdayê re û biryara diyarkirina roja encamdana referndumê haitn minaqeşe kirin.

Rudaw
Top