Loristan…Yekem girtiyê kurd li meha Remezanê de hate darve kirin
Malpera Hengaw di vê derbarê de belav kir, ku duh 06.06.2017ê girtiyek kurd ê xelkê Xuremawa yê bi navê Humayûn Tûlabî temen 30 salî li zîndana navendî ya wî bajarî ji aliyê saziya dadweriyê ve hatiye darve kirin.
Ew yekem girtiye ku di meha Remezana îsal li girtîxaneya Îranê hate darve kirin.
Li gor amarê tomar kirî yên navenda amar a malpera Hengaw ji destpêka sala şemsî ango ji Newrozê heta naha 13 girtiyên kurd li girtîxaneyên Îranê hatine darve kirin, ku çar ji wan xelkê Loristanê ne.
Basnews
