• Saturday, 21 February 2026
logo

Beşaretî: Gorran û Komel soza dijatiya daxwazên kurdan daye

Beşaretî: Gorran û Komel soza dijatiya daxwazên kurdan daye
Endamek rêveberiya PDKê ragehand, Tevgera Gorran û Komela Îslamî soz dane neyarên kurdan ku dijatiya daxwazên kurdan bikin.

Endamê rêveberiya PDKê û berpirsê leqa 12ê yê PDKê Fazil Beşaretî ji BasNewsê re ragehand, Gorran û Komel ti bahaneke wan ê yasayî tineye ku civîna li gel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî boykot bikin.

Fazil Beşaretî amaje bi vê yekê jî kir, ku ew du partiye berdewam daxwaza însiyatîfê li serokê herêma Kurdistanê kirine û li gor wan Mesûd Barzanî ne însiyatîf pêşdixe ne jî dixwaze bike û naha ku Barzanî însiyatîfek pêşxist wan bersiveke erênî nedan, ‘’Gorran û Komel soz dane bi neyarên kurd, ku dijatiya daxwazên gelê kurd bikin û beşdarî li ti civîneke li ser pirsa netewî nekin.’’

Li gor gotina Fazil Beşaretî her aliyek boykota vê civînê û gotûbêjan bike, ‘’Dijatiya daxwaz û îradeya gelê Kurdistanê dike û pêwîste hemwelatî jî li gor wan reftarên wan danûstandinê li gel wan her du partiyan bikin û helwêst hember wan bigrin.’’ Ji ber Gorran û Komel dijatiya xalekê dikin ku peyvendî bi çareseriyê ve tineye.’’

Basnews
Top