• Saturday, 21 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Divê hin partî dest ji dûrûtiyê berdin

Nêçîrvan Barzanî: Divê hin partî dest ji dûrûtiyê berdin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konfranseke rojnamevanî de ragihad, hin partiyên Kurdistanê divê xwe yekalî bikin û dest ji dûrûtiyê berdin. Barzanî herwiha li ser mijarên referanduma serxwebûnê û rêkevtina bi Rosneftê re jî daxuyanî da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di konfranseke rojnamevanî de li ser rêkevtina Herêma Kurdistanê ya bi şîrketa Rosneftê re û çend mijarên din axivî.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, rêkevtina li gel Rosneftê di sê waran de hatiye kirin ku ew jî geşedana bi blokên neftî yên Kurdistanê, jêrxana aborî û enerjiyê ya Kurdistanê û kirîna nefta Kurdistanê û veguhastina wê bo parzûneghên Almanyayê ye.

Barzanî aşkere kir, ku qebareya weberhênan Rosneftê li Herêma Kurdistanê 3 milyar dolar e û derbarê giringiya rêkevtina Kurdistanê û şîrketa rûsî ya Rosneftê jî got: “Girêbesta me ya li gel Rosneftê karekî gelek mezin e û weberhênanek giring e.”

Serokwezîrê Barzanî herwiha got: “Girêbesta me ya bi Rosneftê re vegera baweriyê bo bazarên Kurdistanê ye û ji bilî wê yekê ev cara yekemîn e ku em neftê difiroşin hikûmetekê.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha got, Rosneft dê nefta Kurdistanê bikire û ji bo parzûngehên xwe yên li Almanya bişîne.

Barzanî li ser giringiya pêwendiyên navbera Kurdistanê û Rûsyayê jî axivî û got, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsya de, di aliyê siyasî de girîng in.

Derbarê yasayîbûna rêkevtina bi Rosneftê re jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn, li gorî yasaya parlamentoyê ti arîşeyeke yasayî di îmzakirina girêbesta li gel Rosneftê de nîne.

Derbarê rexneyên hin aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yên li ser rêkevtina vi Rosneftê re jî, Nêçîrvan Barzanî rexne li helwestan wan aliyan girt û got: “Êrişeke bêbingeh kirine ser me û ti derfet jî nedane me heta ku em vegerin û ronîkirinekê bidin.”

Barzanî got, ku li Herêma Kurdistanê hewla lêbdandina xelkê tê dayîn û tekez kir, ku lê belê nikarin xelkê bilêbînin û millet hişyar e.

Serokwezîr Barzanî amaje bi helwesta fraksyona Yekîtiya Niştianiya Kurdistanê ya li ser rêkevtinê kir û helwesta fraksyona YNKê bi pêngaveke rast û dirist bi nav kir, ku gotibû, ew li benda ronîkirinên Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî yên li ser rêkevtinê ne û dê piştre helwesta xwe nîşan bidin.

Nêçîrvan Barzanî rexne li hin aliyên siyasî jî girt ku beşdarî hikûmetê ne lê belê weke dijbereyê reftar dikin û destnîşan kir: “Divê hinek partî xwe yekalî bikin (biryara xwe bidin) û dest ji dûrûtiyê berdin. Nabe ku pêyek wan di nava dijbereyê de be û pêyeke wan jî di nava hikûmetê de be.”

Li ser guhertinên di mûçeyên fermanberên Kurdistanê de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku eger Kurdistan ji qeyrana darayî rizgar bibe, ew dê guhertinê di sîstema dayîna mûçeyan de bikin.

Nêçîrvan Barzanî behsa dosyaya Dana Gasê kir û li ser vê mijarê got: “Em dizanin mijara Dana Gasê bi destê kê hatiye kirin û çawan jî hatiye kirin, hêj ew dosya yekalî nebûye û em bi encama wê jî geşbîn in.”

Li ser daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî, ku gotibû “em li benda serdana şandeke Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî dikin”, Serokwezîr Barzanî da xuyakirin, ku wan hêj ti demek bo serdana Bexdayê diyar nekiriye, lê belê tekez kir, ku ew amade ne biçin Bexdayê û bi rayedarên Iraqê re bicivim.

Barzanî da zanîn, ku karê herî pêş ê Herêma Kurdistanê ev e ku ew li gel hikûmeta Iraqê rêk bikevin, lê belê bêbaweriyeke zêde di navbera wan de heye.

Nêçîrvan Barzanî li ser krîza dîplomatîk a navbera Qeterê û Erebistanê û welatên din ên kendavê de ragihand, ew pêşbînî nakin ku pirsgirêkên kendavê ti bandor li ser Herêma Kurdistanê hebe.

Barzanî herwiha got, ew hêvîdarin ku arîşeyên navera welatên kendavê bi rêya gotûbêj û diyalogê çareser bibin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa li dar xistina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê û amadekariyên bo referandumê jî kir û da xuyakirin: “Referandum tenê ya partiyekê nîne û ya hemû xelkê Kurdistanê ye.”

Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsyarekê de ku gelo dê navçeyên arîşedar ên navbera Bexda û Hewlêrê jî beşdarî di referandumê de bikin an na, tekez kir, ku ew navçe jî dê beşdarî referandumê bibin û got: “Di ferhenga me de êdî navçeyên arîşedar nemaye.”

Rudaw
Top