Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derveyê Hîndistanê kir
Li hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Derveyê Hîndistanê yê karubarê aborî xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana xwe ya Kurdistanê nîşan da û daxwaza welatê xwe yê geşkirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê li warên cûda cûda de bi Serok Barzanî ragihand.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û rêz hurmeta xwe jî ji bo gel û şaristaniyeta Hîndistanê nîşan da û ronahî jî xiste li ser xebata gel û zilamên mezinên Hîndistanê yê ji bo gihîştina bi azadiyê. Amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşxistina peywendiyan li warên cûr bi cûr li gel welatê Hîndistanê ragihand.
Her li vê hevdîtinê de bi dûr û dirêjî behsa gefên hizra teror û tundrewiyê li ser asta cîhanî û navçeyî kirin û di derbarê çawayiya rûbirûbûna terorê de danustandina bîr û ramanan kirin. Li mijareke dinê vê civînê de rewşa Musil û şerê terorê li Iraqê nirxandin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ji bo nehiştina yek carekiya Da'îş pêwîste ku ew sedem neyên hiştin ku bûye sedema serhildan û geşbûna terorê li Iraqê. Eve jî xisterû ku rûbirûbûna terorê pêwîstî bi hewlekî hemû aliyaneya civaka navdewletî heye û divê şerê îdeolojiya terorê jî bêkirin û tenê rûbirûbûna serbazî û emnî ji bo ji navbirina terorê ne bese.
