• Saturday, 21 February 2026
logo

Çekdarên PKKê moleta heftiyekê dane malbatên Pêşmergeyên rojava!

Çekdarên PKKê moleta heftiyekê dane malbatên Pêşmergeyên rojava!
PKKê fermaneke nû derxist û moleta yek heftiyê da malbatên Pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê û daxwaz li wan dike yan rojavayê Kurdistanê derkevin, an jî ji rêzên Pêşmerge derkevin.

Endamê desteya xwecihî ya encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS)ê Şervan Hacî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKKê fermanek nû derxistiye. Li gor vê fermanê divê ti malbatek li rojavayê Kurdistanê nemîne ku kurê wan di nav hêzên Pêşmergeyên Roj de bin. Ev ferman li Amûdê destpê kiriye û moleta yek heftiyê daye wan malbatan.’’

Herwaha got: ‘’Beşek zêde li kesûkarên Pêşmerge û alîgirên ENKSê di tirseke mezin de dijîn, ji ber gef li wan hatine kirin û metirsiya çek li hember wan bikaranînê heye.’’

basnews
Top