PKK û Heşda Şeibî xwe amade dikin êrişî Pêşmerge bikin!
Roj bi roj pêwendiyên PKK û Heşda Şeibî bihêztir dibin û ew du hêz nêzîkî hev dibin. Pêwendiyên wan hêzan bi taybet piştî ku Heşda Şeibî hinek cihên Şingalê zeft kir, bihêztir bûne.
Heftenameya Bas ji zarê çavkaniyekî agahdar ragihandiye, tirsa wê heye Heşda Şeibî û PKK piştî şerê Mûsilê şerê Pêşmerge bikin ji ber ku her du hêz amadekariya vê yekê dikin, jixwe baskeka Heşda Şeibî û PKKê ji aliyê serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ve ber bi wê armancê ve tên gijkirin.
Wî jêderî daye zanîn, piştî ku Heşda Şeibî li devera Şingalê û li hember Pêşmerge çeper veda, PKKê jî bi hêceta şerê Mûsilê li hember Pêşmerge xendeq û çeper vedaye.
Fermandeyekî PKKê bi navê Seîd Hesen beriya niha ji televîzyoneka Iraqî ra gotibû, piştî şerê DAIŞê emê şerê Pêşmerge bikin ji ber ku ew li pêşiya me asteng in!
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, hebûna Heşda Şeibî û PKKê li devera Şingalê qanûnî nîne, tekane hêza ku divê li wir hebe û wê deverê biparêze, Pêşmerge ye.
Mehma Xelîl behsa daxuyaniyên hinek fermandeyên PKKê li dijî Heşda Şeibî jî kiriye û gotiye, ew her du yek armanca wan heye û ew daxuyaniyên ku li dijî hev didin jî taktîk e.
Cîgirê sererkanê Wezareta Pêşmerge Salar Mihemed Cebarî jî ji Basê re daye xuyakirin ku Heşda Şeibî hatiye hişyarkirin ku gavekî jî derbasî nav deverên di bin destê Pêşmerge de nebe.
Cebarî her wiha gotiye ku bicîhbûna Heşda Şeibî li Şingalê girêdayî PKKê ye jî çimkî di navbera wan de hemahengî û hevkarî ye.
Li gorî agahiyên Basê, Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser wê yekê li hev kirine ku divê Heşda Şeibî ji Şingalê derkeve û li dewsa wan hêzên Iraqî bicîh bibin her wiha çareyekê bo êzîdiyên di nav PKKê de bê dîtin û PKK jî ji Şingalê bê derxistin.
Ji aliyekî din tê gotin ku Heşda Şeibî hejmara çekdarên xwe li Şingalê zêde kiriye lê niha zêdetir berê xwe dane Sûriyê û gihîştine nêzîkî çeperên YPGê li Rojavayê Kurdistanê.
Basnews
