Qeter navbênkariya Kwêtê dipejirîne
Wezîrê Derve yê Qeterê diyar kir, duh Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî şeva borî pêwendiyeke telefonî ligel Emîrê Kwêtê Şêx Hemed bin El-Xelîfa Al Subah kir û amadebûna xwe bo navbênkariya Kwêtê derbirî.
Duh her yek ji Siûdiye, Behrên, Îmarata Erebî, Misr, Yemen, Hikûmeta demkî ya Lîbyayê û Komara Maldîvê pêwendiyên xwe ligel Qeterê birîn.
Ew 7 dewlet, Qeterê bi piştevaniya li grûpên terrorist (Îxwan Muslimîn, Husiyên Yemenê û Qaide), piştevaniya ji ecindeyên Îranê re û têkdana asayişa navçê tuhmetbar dikin.
Wezîrê Derve yê Qeterê tekez kir jî, wan ti karvedanek li hemberî biryarên çend welatên Erebî nekirine, ji ber ku di wê baweriyê da e ku tevahiya pirsgirêk û hevrikiyan dê li ser maseya danûstandinan çareser bikin.
k24
