• Saturday, 21 February 2026
logo

Almanya biryar da dê ji Incirlîkê vekişe

Almanya biryar da dê ji Incirlîkê vekişe
Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel ragihand ku ji Baregeha Încirlikê vedikişin.

Îro, Duşemê 5.06.2017 û li gor ajansa Sputinîkê Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel eşkere kir ku "vekişandin dê di vê hefteyê de an jî hefteya beriya me pêk bê."

Gabriel îro bi hevkarê xwe yê tirk Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin pêk anî lê krîza Încirlikê ya di navbera her du welatan de çareser nekir. Gabriel eşkere kiribû ku eger meseleye çareser nekin, Almanya dê leşkerên xwe yên li Încirliê vekişîne.

Çavuşoglu destnîşan kir ku parlamneterên Almanyayê tenê dikarin serdana baregeha NATOyê ya li bajarê Konyayê bikin. Çavuşoglu eşkere kiribû ku "Eger di pêşerojê de gavên hevpar bên avêtin, şert û mercên baş bin, serdana Încirlikê pêkan e." Şertên niha bo serdana şandeya Almanyayê ne pêkan e.

Basnews
Top