Fermandeyê Heşda Şeibî: Pêşmerge şer qebûl nekir
Berpirsê Rêxistina Bedir Hadî Amirî, ku rêxistina wî yek ji komên herî mezin ên di nava Heşda Şeibî de ye, di hevpeyvîneke li gel televizyona Dîcle ya Iraqê de ragihand: “Bi sedema razînebûna Tirkiyê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beşdarîkirina Heşda Şeibî di şerê Mûsilê de red kir, û ev jî bi dest xistina serkevtinê paşxist û Iraqê jî ji ber wê yelê qurbaniyek mezin da.”
Bi gotina Hadî Amirî, niha hêzên ewlehiyê û Heşda Şeibî bi hev re kar nakin, lê belê operasyonan saz dikin, destnîşan kir: “Amerîkiyan hewl dan arîşe û pirsgirêkan di navbera hêzên ewlehiyê û Heşda Şeibî de çê bikin, lê belê nekarîn.”
Amirî di berdewamiya axavtina xwe de behsa wê yekê jî dike, ku hêzên iraqî di şerên li aliyê rojavayê bajarê Mûsilê de gelek qurbanî dane.
Herwiha Amirî, Amerîkayê weke sedema paşketina kontrolkirina Mûsilê da naskirin û ji ber derengmana girtina Mûsilê, ew welat tohmetbar kir.
Derbarê Hêza Pêmerge ya Kurdistanê de jî, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir dibêje, ku wî bi xwe pêşniyar daye Hêza Pêşmerge ku tevî Heşda Şeibî operasyonê ji bo kontrolkirina rojavayê Mûsilê bikin, lê belê wan red kir û gotin, ku ew tenê dê bi Artêşa Iraqê re şer kir.
Di beşeke din a vê hevpeyvîna xwe de, Hadî Amirî aşkere dike, eger heye çend komên nava Heşda şeibî û ji wan Bedir, Hizbullah û Esayîb Ehlî Heq, beşdariyê di hilbijartinê de bikin û bi lîsteke hevbeş beşdariyê di hilbijartinan de bikin, lê belê heta niha li ser naveke diyarkirî bo lîsta hevbeş li hev nekirine.
Li ser teqînên wê dawiyê yên li Bexdayê jî, Amirî daye xuyakirin: “Fermandeyiya Operasyonên Bexdayê û Serokwezîr Heyder Ebadî raterast berpirsyar in, Wezareta Navxwe û Wezareta Berevaniyê ne berpirsyar in, çimku desthilata wan nîne.”
Rudaw
