• Saturday, 21 February 2026
logo

Ebadî bersiva Heşda Şeibî da

Ebadî bersiva Heşda Şeibî da
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bersiva Heşda Şeibî da û ragihand, nabe hêzên Iraqî li derveyî Iraqê tevlî ti şerekî bibin.

Çend roj berê Heşda Şeibî ragihandibû ku eger pêwîst bike dê li derveyî Iraqê jî şerê teror û DAIŞê bikin.

Lê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh di civîna komek melayên sunnî û şîe yên Iraqê de bersiva Heşda Şeibî da û got, em naxwazin hêzên me li derveyî Iraqê tevlî ti şerekî bibin û aramiya welêt xira bikin.

Li gorî Ebadî, Qanûna Esasî ya Iraqê rê nade vê yekê ku hêzên Iraqî li derveyî Iraqê şer bikin.

Ev çend roj in hêzên Heşda Şeibî derbasî nav xaka Sûriyê bûne û li gorî agahiyên BasNewsê, çend gundên Rojava jî girtine.

Heşda Şeibî ku piranî ji milîsên şîe yên Iraqê pêk hatine, versiyona Iraqî ya “Hêza Besîc” ya Îranê ye.

Basnews
Top