• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokê CHPê bi hevseroka HDPê re hevdîtin dike

Serokê CHPê bi hevseroka HDPê re hevdîtin dike
Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dê bi hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay re hevdîtin bike.

Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, piştî referandoma 16 Nîsana îsal, bi partî û aliyên ku di referandomê re dengê “na” dabûn re hevdîtin dike.

Di çarçoveya wan hevdîtinan de tê gotin ku Kiliçdaroglu dê bi hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay re jî hevdîtin bike.

Kiliçdaroglu heta niha bi rayedarên Partiya Seadet, Partiya Vatan, Partiya Demokrat û cîgira berê ya serokê MHPê Meral Akşener, ku ji partiyê hatiye avêtin, re hevdîtin kiriye.

Şirovekar û çavdêrên siyasî dibêjin, Kiliçdaroglu dixwaze bi wan partî û aliyan re eniyekê li dijî serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û partiya wî AKPê ava bike.

Basnews
Top