Parlamenterên HDPê ji hemwelatîbûna Tirkiyê têne derxistin
Wezareta Dadmendiyê ya Tirkiyê îro bangî 130 kesên ku derheqê wan de lêpirsîn hatiye vekirin, ku di heyama 3 mehan de vegerin Tirkiyê.
Ew 130 kesên firarî heger heta 3 mehan venegerên Tirkiyê dê bi pêşniyariya Wezareta Dadmendiya Tirkiyê û bi biryara encûmena wezîran ji hemwelatîbûna Tirkiyeyê werin derxistin.
Di listeya rojnameya fermî de hatiye belavkirin navê Parlamenterên HDPê Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer, Parlamenterê HDPê ye berê Ozdal Uçar jî hene. Herwiha navê Fetullah Gulen jî heye.
Rudaw
