• Saturday, 21 February 2026
logo

Damezrênerek Yekgirtû: Nabe ti partiyek astengiyan li pêş referandomê çêbikin

Damezrênerek Yekgirtû: Nabe ti partiyek astengiyan li pêş referandomê çêbikin
Damezrênerê berê yê Yekgirtûya îslamiya Kurdistanê ragehand, nabe partiyên siyasî yên Kurdistanê astengiyan li pêş referandoma serxwebûna Kurdistanê çêbikin.

Damezrênerê Yekgirtû û siyasetmedar Dîndar Necman Doskî ji malpera fermî ya PDKê re ragehand; ‘’Tişta ku gelê Kurdistanê bidest xistiye dubare nabe û pêwîste hemû partî rêkbikevin û vê qonaxê derbas bikin.’’

Dîndar Necman Doskî dibêje pirsa gelê Kurdistanê di çarçoveya siyasî ya navnetewî de pir baş derketiye pêş û nabe paşde gav bên avêtin û pêşde gav avêtin divê berdewam bikin, herwaha nabe ti partiyeke siyasî ya Kurdistanê jî astengiyê li pêş referandoma serxwebûna Kurdistanê ava bike û got: ‘’Hindî bikare divê îsal referandom zû bê kirinê.’’

Herwaha navborî ragehand, serdanên vê dawiyê yên serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Urdinê û serdana şanda herêma Kurdistanê bo Amerîka û Rûsya bandorên erênî ava kirin û naha em li benda encamên wê ne.

Basnews
Top