ENKS li pêşiya nivîsîngeha Netewên Yekgirtî li dijî kiryarên PYD derket xwepêşandanê
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, Li ser biryara Emîndariya Giştî ya ENKSê, hijmarek ji serkirde û cemawerên ENKSê li pêş nivîsîngeha Netewên Yekgirtî ya li bajarê Qamişlo mangirtinek bi armanca serbestberdana girtiyên di zindanan de lidar xistin.
Tê zanîn endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah, endamê Polîtburoya PYKS Silêman Oso, endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne.
Basnews
