Tirkiye mafê welatîbûna ji 130 kesî distîne
Hikûmeta Tirkiyê derbarê mijarê de lîsteyek amade kir û lîste îro di rojnameya Fermî de hat belavkirin.
Bo vegerê 3 meh molet tê dayîn û eger ku venegerin dê welatîbûna wan bikeve.
Di lîsteyê de Parlamenterên HDPê yê Şirnexê Faysal Sarîyildiz û ya Wanê Tûba Hezer û Parlamenterê berê yê BDP'ê Ozdal Uçer jî hene.
Her weha di lîsteyê de rêberê Cemaeta Gulenê Fethulah Gulen û gelek kesên ku bi rêvebertiya Cemaeta Gulen û DAIŞ tên tometbarkirin hene.
Basnews
