Ji Nêçîrvan Barzanî peyam bo Brîtanya
Ofîsa Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku Nêçîrvan Barzanî di vê peyama xwe de, êrişên duh şev ên li Londonê şermezar dike û hevxemiya xwe bo gel û hikûmeta Brîtanya û kesûkarên qurbaniyan nîşan dide.
Li gorî daxuyaniyê, Barzanî dibêje: “Em bi tudî wan êrişên terorîstî şermezar dikin ku şeva bihorî kirine ser London a paytexta Brîtanyayê û tê de hejmarek ji welatiyan canê xwe ji dest dane û hejmarek kesên din jî birîndar bûne.”
Serokwezîr Barzanî herwiha di peyama xwe de dide xuyakirin: “Em serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyan û gel û hikûmeta Paşatiya Yekgirtî dikin, piştevan û hevxemê wan in, û hêviya zû başbûnê ji birîndaran re dixwazin.”
Duh şev 3 kesên êrişkar li ser Pira Londonê bi otomobîlekê êrişî nav xelkê sivîl ên li ser cadeyê kirin û piştre ji otomobîlê peya bûn û welatiyên sivîl dane ber kêran.
Di encama wê êrişê de 7 kes hatin kuştin û 48 kes jî birîndar bûn.
Polîsê Londonê jî ragihand, ku her 3 kesên êrişkar di 8 xûlekên destpêkê yên êrişê de ji aliyê hêzên polîs ve hatin kuştin. Polîs herwiha ragihandiye, ku rewşa tendirustiya 21 ji birîndarên êrişa duh şev xirab e.
Rudaw
