• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Ebadî tekez li ser hevkariya navbera pêşmerge û artêşa Îraqê dikin

Mesrûr Barzanî û Ebadî tekez li ser hevkariya navbera pêşmerge û artêşa Îraqê dikin
Serokwezîrê Îraqê pêşwaziya şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê kir.
Îro li Bexdayê Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî pêşwaziya Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên kir.
Di civînê de Ebadî û Mesrûr Barzanî behsa prosesa leşkerî û serkeftinên leşkerî yên li Mûsilê, hemahengiya navbera hêzên pêşmerge, hevpeymaniya cîhanî û artêşa Îraqê bo azad kirina Mûsilê kir.
Her di vê civîna han de hate gotin ku hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de bûye sedema çê bûna bawerî û lihevkirinê û encama vê yekê jî ji nav birina bilez ya terorê ye û herwiha ew hevkarî û hemahengiya han dibe destpêka têkiliyên nû yên bihêz û jihev fêmkirineke zêdetir ya di navbera hikûmeta fedral û hikûmeta Kurdistanê di pêşerojê de.
Top