Bînalî Yildirim: Amerîkayê derbarê operasyona Reqa de em agahdar kirin!
Yildirim got, rêveberiya Amerîka berî operasyonê agehiyên pêwîst bi Tirkiyê re parve kirin û gotine, peywendiyên ligel YPGê zêde berdewam nakin. Yildirim got ku, Amerîka ji wan re gotiye ku çekên dane HSDê nakevin destê PKKê.
Yildirim diyar kir ku, Tirkiye wê operasyonê ji nêz ve bişopîne.
Basnews
