• Saturday, 21 February 2026
logo

Parêzgerê Kerkûkê heşdî şeibî hişyar kir!

Parêzgerê Kerkûkê heşdî şeibî hişyar kir!
Parêzgerê Kerkûkê di civîneke çapemeniyê de ragehand, hin kes bi tometa revandina hemwelatiyan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin û ew kesane jî bi navê heşdî şeibî ve wî karî dikin.

Îro 04.06.2017ê parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di civîna çapemeniyê de ragehand: ‘’Di dema azad kirina zarokekê de 3 kes hatine girtin û 2 kesên din jî revîn, ew kesên ku hatine girtin bi navê heşdî şeibî ve wî karî dikin, herwaha yek ji girtiyan xwarziyê berpirsê rêxistina Bedir (heşdî şeibî) yê Xurmatû ye.’’

Herwaha daxwaz ji serokwezîrê Iraqê û rêveberiya heşdî şeibî kir û got; ‘’Divê rê li wan karên waha bigrin, herwaha em daxwazê dikin ku ew du kesên din ku revîn û naha li Xurmatû newan jî bigrin û radestî me bikin, ji ber ew karê ku ew dikin bo navê we jî xirabe.’’

Necmedîn Kerîm got: ‘’Ew kesên ku karên waha dikin, diz in û bi vê rêyê ve dixwazin pare bidest bixin, herwaha dixwazin pirsgirêkê di navbera pêkhateyên cuda yên bajarê Kerkûkê de jî ava bikin.’’

Basnews
Top